Giringîya Navî û Kurd
Pişka- yekem-
kurte zelalkirineka dîrokî.
Dîroknasên xwezayê dem, şert û mercên ku li ser rûyê erdê derbas bûyine heta serdema me, li gorî guherîna awayên jiyanê yên li ser rûyê erdê, guherîna avhewa û guherîna parzemînan li ser şeş serdemên sereke ku her yek ji wan bi sedan mîlyon sala vedihewîne dabeş dikin.
Şeş serdem eve ne:
- Serdema Kambrî: 540-485 mîlyon sal berê.
- Serdema Ordovisî: 485-443 milyon sal berê.
- Serdema Sîlûrî: 443-417 milyon sal berê.
- Serdema Devonî: 417-359 milyon sal berê.
- Serdema Karbonî : 359-299 milyon sal berê.
- Serdema Permî : 299-248 milyon sal berê.
Eve ew serdemên ku erd têda derbas bûyî herwisa li gorî dawî encamên zanistî berî çar milyon sala mirovê ne aqil li ser vî erdî çêbûye û berî pênc sed hizar sala mirovê aqil ( homo sapnies sapiens )destpêkirîye.
Heta roja îro mirovatî di pênc qûnaxên hizrî yên mezin da derbas bûye ( ev e ji layê zanistî ve ye) em behsa çi layên dîtir nakeyin:
- qûnaxa efsaneyî.
- qûnaxa ola.
- qûnaxa felsefê.
- qûnaxa zanistan.
- qûnaxa teknelojayê.
—————————
Çend rêzkên sereke li ser dîroka nava
Dîroka navan hind ya kevnar e ku kes destpêka çîrokê nizanît. Ji destpêka dîroka devkî heta dîroka nivîskî navên mirovan her hebûyine. taku bizanît ka navên herî kevn çawa hatine hilbijartin, rîyeka dîtir ji bilî texmînkirinê heta niha li ber dest nîne.
Heta roja îro tev dîroknas kok in li ser yekem nav ku hatîye nivêsandin di dîroka mirovatîyê da, ew jî navê Kuşîm e ku bi Sûmerî weha tê nivêsîn ( 𒆪𒋆 ), hatîye dîtin li ser gelek tabloyên Sûmerîya ku dîroka wan tabloya vedgeryête ve bu salên (3400- 3000 B. Z). Diyar bûye ku ev nav e bi kar hatîye ji bûyî tûmarkirina kirîn û firotina cû yî( cehî)
Peyva nav di Almaniya Bilind a Kevin da (OHG) û di îngilîziya kevnar da ji peyva nama dihêt, di Sanskritîyê da ji peyva नामन् (nāman) dihêt, di Yewnanî da ji peyva ὄνομα (onoma) dihêt û Arîyên zagrosê jî peyva nam (nâm) bikaranîye.
Pêşketin û giringîya navî hevbeş di gel pêşketina zimanan bûye, di gelek qûnaxa li cîhana kevin derbasbûye û bi taybetî ji layê Yewnanîya ve ku di gel nivêsandina dîrokê gehiştîye rewşa niha ku em têda ne, ew jî bi rîya metodolojîk kirina dîrokê, ji bu zelal kirina vê xalê ez hez dikem mînakekê bidem.
Dîroknasên Yewnanî di pêşveçûna metodolojiya dîrokî de pir alîkar bûn. Dîroka Herodot wekî yekem xebata dîrokî ya rexneyî ya naskirî tê hejmartin, ku ji hêla dîrokzan Herodot (484 - 425 BZ) ve hatîye nivîsandin, Herodot bi navê "babê dîrokê" dihête nas kirin.
Di jiyana me ya nuke da diyar û zelal e ku nav ji bilî helgirê çand, peywendîyên kesî, rewşenbîrî, malbatî û dîrokî yên kûr û dirêj in, herwisa hestan jî dibexşîte me mîna : hestê nasnameyê, hestê ew welatê em têda dijîn, hestê ew cihê me di cîhanê da.
Bêguman kilîla jîn û jiyanê, ziman e.
Ziman bûjena ( têgeha )herî giranbiha û nirxdar e, ger ziman ser rast nebît çi tiştek di jiyanê de ser rast nabît û roja ziman çêbûyî bêyî nav nedişîya pêkbihêt, jiber vê yekê ye ku nav yek ji giringtirîn nirxên miletî ye û dîrok dîdevan e ku her miletekê nirxên xwe ji dest bidet, dê li meydana mileta sêwî bimînît û baştirîn rêzgirtin ji bûyî sêwîya pîçek xwarina bi şert û merc e
Nav yek an çend peyv di forma navdêrê ya zimanî de tê bikaranîn taku kesek, ajelek an tiştek were nas kirin û cuda kirin. Navdêr dikare ji bu naskirina komek yan jî çînek taybetî bît, û di heman demê de dikare ji bu naskirina kesan yan tiştên din bikar bînin.
Navên me di nasnameya me de beşekê pir girîng in: Têkiliyên kûr ên kesî, çandî, malbatî û dîrokî hene. Ew di heman demê da li ser nasnameya me, civakên ku em têda ne, û cihê me di cîhanê da ramaneka giring dide me , bi kortî nav di jiyana me de di têkhelkêşaneyeka rîşeyî daye, bê nav hemî tişt di jiyanê da tevlîhev dibin, ji ber vê yekê herdem dagîrkeran dest birîye guhertina nava ji bûyî alozkirina layê beranber û pelixandina nirxên hebûna wî layê bindest.
Nav wekî beşekê giring ji nirxên hebûna miletî di zimanî da tê pejirandin. Heyfeka mezin e ku em hemî bi çavên zil dibînîn, ka çawa heta evro zimanê me bi dîroka xwe ya 12 hizar salî ve kevnar, navên me û nirxên hebûna me bi agirê nezanînê tên sotin û pirên ji kurdan bi nezanîna xwe vî agirî xweştir diken!!
Li sala 1961ê pakrewan Gîyo Mukuryanî niveser û zimanzanê mezinê kurd pirtûkek nivêsandîye li jêr navê ( Nawî bêgane le naw zimanî kurdî da) ku li Hewlêrê belav bûye. Ev pirtûk li ser xirabîyên bikaranîna navên biyanî di nav zimanê kurdî de û çawa ew ziman û nasnameya kurdî hemîşe diqedîne, axivîye.
Di vê pirtûkê da, Mukryanî mijara kartêkirina navên biyanî di zimanê kurdî da ka çawa xirabîyên zimanî û dîmenên civakî dihêne çêkirin, rohin kirine. Ew girîngiya parastina nasnameya kurdî û navên kurdî yên dirist diyarkirîye, ragirtin, hiştina zimanê kurdî li ser bingehê wî yê dirist bimîne piştgiriya xwe nîşan didet.
Ev pirtûk wekî şakarekê girîng di nav jêderên zanistî yên zimanê kurdî da tê nasîn, û balê dikşîne li ser girîngiya parastina û paqijkirina zimanê kurdî ji navên biyanî.
Li ser babetê kartêkirina xirab ya navên biyanî di zimanê kurdî de her çendî pirtûk û xebatên hemecur gelek jî bin, lê ji bu gelê me hêşta her kêm in, ji ber dijwarîya agirê nezanînê yê ku ziman û çanda me ji her çar alîya ve pê dihête sotin.
Ev çend rêzkên li serî bi zelalî diyar diken ku nav di dîrokê da beşek bûye ji jiyanê û gelên zîndî mayin ew nav parastine û pîroz hatîne ragirtin, lewma ji kurdan tê xwastin niha zêdetir ji herdemkê dîtir xwe li navên kurdî bikene xwedan.
Eger pîçek vekirîtir bêjîn nav di jiyanê da şifre ( kode) û yek ji kilîlên herî giring e ên dîrok û hebûna mileta ne, ji keven da hatîne danan ji bu parastina nirxênên hebûna miletan û naskirin û cuda kirina wan, li vêre ez dixwazim pirsekê bikem:
Erê gelo, mirovek ji me qayil dibît eger kesekê dîtir bêt û şifreya çanta wî li jêr her navekî da bît biguherît yan bişkênît? Bersiv helbet nexêr e, ev hemî bêçareyî ya me ji nezanîna û nehişyarîya me ye, xal serê rêzê.
Rewşa niha ya navên kurdî
Em li cîhanekê ne ku guherîn bi lezeka zêde pêşvediçin, belê em di demekê dane ku nav û nasname rojane dihêne guhartin.
Manîpulekirina nav û nasnameyan metirsiya guherandina bîrewerîyên civakekê ye. Ji nû ve nivîsandina wan li gorî nêrîna desthilatdarên heyî, bêyî rêzgirtin li dîrok û rastiyên çandî yên miletekî merem jê ji navbirina wî miletê bindest e.
Pêwîste mirovê kurd bizanît ku aramî û yekîtî bi rêzgirtina herduyan: dîrok û nasnameyan pêkdihêt, ne ji nû ve teşekirina wan ji bu xizmeta berjewendîyên siyasî yên teng.
Pêtivîye Kurdistan nav û şûnwarên xwe wek dîdevanê dîroka xwe ya kevnar biparêzît û rêzgirtina ji cihêrengiya çandî û dîroka hevpar gerek bibe bingehê her civakek ku ber bi aştî û aramiyê ve têdikoşît.
Dîrok bi biryareka îdarî nayê jinavbirin û nasname bi tenê bi guherandina navan ji nû ve nahête formulekirin, ji ber ku nav çîroka gelan e, bîra tev civatê ye û sembola hebûna miletekê kevnar e.
Nav ji tîpên ku li ser nexşeyan hatine nivîsandin wêvetir e, nav van wateyên di xwede digirît: Bîr, hizir, bawerî, dîrok, têkoşîn û hebûna miletekî ye.
Di dawiyê de guhertina navan weke pêkoleka ji nû ve nivîsandina dîrokê û paşguhkirina têkoşîna gelê wê tê dîtin.
Dewleta ku armanca wê ji holê rakirina nasnameya kurdî û dîroka wê be wê wek metirsîyeka cidî li ser berdewamiya mîrata çandî û dîrokî were dîtin.
Mixabin rêkxiraw û sazîyên nêvdewletî yên berpirsyar li hemberî van guhertin û rakirina ji holê bi darê zorê li ser nav û nasnameya kurdî wek beşek ji dîrok û nasnameya hemî gelan in, helwesteke zelal nîşan nadin.
Girîng e ku dengê mirovên azad were bihîstin û rêz li daxwazên wan yên ji bu parastina bîrewerîyên civatekê û berhemên dîrokî yên wan were girtin.
Parastina navan ji bu her kesê ku bala xwe dide mafên mirovan, cihrengiya çandî û mafê parastina nasnameya,hişyariyek bilind jê ra gerek e.
Weko pêtivîyeka mirovî geleka bilez kurd pêwîstî bi berxwedaneke cidî û birêxistinkirî ne, daku nasname û dîroka bajarên me nebine qurbanî ji bu polîtîka û rojevên ku li ser hisaba çand û dîroka me ya herêmî dihêne pîlankirin û birêvebirin.
Eger evro miletên xwedî dewlet ji lezatîya zêde ya pêşveçûna teknelojyayê dinalin, ev e miltê kurd ji bilî wî derdî, ji bê dewletî, ji bindestîya hemecur û hemelayen û ji xirab bi kar anîna van pêşveçûnên teknelojyayê jî, ji layê desthelatdara ve li dijî kurdistanê, dinalît.
Berhemê her karekî bi bêdera wî dihête pîvan, sererayî ku rewşa zimanê kurdî li Başûr gelek baştir e li çav her sê parçeyên dîtir yên kurdistanê ku pitirîya sed sala ne dan bi zimanê kurdî hatîye dan û pêşkeftineka berçav bi dest xistîye bi taybetî piştî serhildan 1991ê ku hijmara dam û dezgehê xizmetkirina zimanî kurdî gelek zêde bûyine berawird di gel salên berî hîngê, nêzîkî du sal berê di bernameykê Rûdaw tv da min dît ku li bajêrokekî nêzîk şaweyis û li dibistaneka kuran di yek pola bîst û şeşî kesî da navên sêzde kura mihemd bûn !! Ev e li demekî ye ku ola îslamê bi fermî negotîye divêt navên erebî ji bu miletên ne ereb neçarîye!! Li havîna bohrî li Duhokê min gelek cara guhlêdibû kurda li cihê peyva bira digotine hevdu EXÎ.
Ev e bi tenê du nimuneyên bêdera Başûr bûn, bêderên her sê parçeyên dîtir wêrantir in ji layê nefermîbûna zimanê kurdî ve li wan wilatan.
Weysî Silêman Rêbendan 2026
