Giringîya Navî û Kurd
Pişka -2yem.
Her wekî em hemî dizanîn ku di jiyan û hebûna me da çi tiştek nemaye ku me navek li ser danenabît, ev çende jî dizivrîte ve ji bu pêtivîya û lêgeryana me ya berdewam ji bûyî danana navekî li ser her tiştî û her hestekî taku zimenekê hevbeş di navbera mirova da peyda bibît pêxemetî têkgehiştineka asantir.
Belkî li hindek rewşa mirov neçar bibît zimanê xwe biguherît, lê belê zor ya degmen û kêm e ku ew navê çiyayê ew li qentara wî dijît û kanîya avê ewa ew avê jê vedixwet biguherît, çunkî evan nava koka xwe ji erdîngarî û zimanê kevin yê wî xelkî wergirtîye bi wateyeka zelaltir ev navên hanê ji dîroka wî erdî ji dayikbûyine, ne ji çi desthelatên nû çêbûyin.
Roja evro jî têdabît, li ser ta serê kurdistanê me du cureyên nava hene cureyê yekem: ew nav in yên ji erdê kurdistanê û zimanê xelkê wê ji dayikbûyine ku helgirên dîrok, pêvegirêdan û zimanê xelkî ne, cureyê duyem: ew nav in yên ku ji kursîyên deshelatên nû çêbûyin hatîne afirandin û êxistîne li cihê navê resen yên vê erdîngarîyê.
Ev cureyê duyem ne bi tenê guherîna navên resen in û dasepandinê navên dîtir in, lê belê alavekê dagîrkirinê yê navdar e ku aramanc jê dasepandina zalbûneka rewşenbîrî, dîrokî û siyasî li wî erdî, merem jê girêdana xelkî di gel çand û dîroka wî qut bikin û li dawîyê nasnameya wî gelî bi yek carî ji holê rabikin. Di vî biyavî da kesên şehreza û bispor tekes dikin ku van pênç armancên li xwarê hatîne destnîşankirînê di xweda dihewînet.
1- Sirîna nasnameya wî xelkî
Nav helgirê ziman, dîrok û pêvegirêdanê ye, demê nav dihête guherîn dibîte egerê lawazbûna xelkî bi bîrewerî û rabirdûyê wî ve û di gel demî qutbûna xelkî ji rehên wî yên civakî , li vê xalê dagîrker dişêt bi sanahî wî gelî dubare li gorî heza xwe li qalibî bidet û jinû ve pênasebiket. Eve tê wateya ku eger çek cesteyê mirovî dikujît, guherîna navî; dîrokê, zimanî, pêvegirêdanê û bîrewerîyên civakî jî dikujît.
2- Rewakirina dagîrkirinê
Bi rîya guherîna navên bajêr, gund, çiya û bigre ta navê xelkê wî erdî bi xwe jî , pêxemetî vehandina çîrokeka nû ye li ser hebûn û mêjoya wî erdî taku pêşkêşî nifşên nû bikin, wekî resenatîya vî cihî û resenatîya dirist bi vî awayî dê were binaxkirin.
3- Şikandina girêdana di navbera mirovî û erdî da
Li demê qedexekirina navên resen mirov li warê xwe hest bi xerîbîyê dikit, çunkî navên resen, hemî nîşan û sembulên civakî ne, ku hestê pêvegirêdan û berdewamîbûnê dibexşine mirovî, eve tenê yek mînk e ji sedan ku bi rêkarên îdarî encamdidin û armanca her hemîya jî ewe ku xelkê resenê wî cihî bibine mêvan li cî û warê xwe û bê nîşan û sembulên civakî yên dirist bimînin.
4- Dasepandina çîrokeka nû
Dagîrker çi cara bi zalbûneka leşkerî bi tenê ranawistît, belê dê berdewam bît li ser nivêsîna dîrokeka nû, dasepandina zimanê xwe, bi çêkirina têgehên nû, nasnameyeka nû ji nifşên paşerojê ra, ku bikete rastîya jiyana wî xelkî.
5- Lawazkirina berxwedan wî xelkî di paşerojê da
Her miletê ku navên xwe, zimanê xwe, dîroka xwe nezanît, dê bi sanahî were bindestkirin û helbet her li wî demî da dê yekbûna wî jî gelek ya estem bît. Bi kurtî guherîna navên gelekê bindest ne bes rêkareka îdarî ya bê guneh e, lê belê nexşeyekê tûndûtîjîya sembulîke ji bûyî rakirina çanda wî gelî ji holê bêyî ku pêtivîya dagîrkerî bi tunekirina rasterast ya cestey hebît.
Guherîna navên gund û bajêra tê wateya veşartin û gemarkirina dîroka wî cihî ye, evro li ser ta serê kurdistanê û li deverên cuda cuda da li Tirkî, îranê, îraqê û suryayê bihizaran navên cî, gund û bajêrên kurda dubare bi navên Tirkî, Farisî û Erebî hatîne binavkirin û niha ev navên nû çêbûyin li ser nexşeya li kar in û navên resenên devera qedexene!! Çend nimûmeya ez bêjim:
Dersîm bûye Tuncelî Urmîyê bûye Rezayê Dîlok bûye Gaziantap …..hwtd.
Derencamê van guherîna û li gorî vekolînên hatîne kirin û piştrastkirin bi vî awayê xwarê ne:
- li Tirkîyê 28.000 navên( kurdî, Ermenî, Yuwnanî û Siryanî hatîne guhartin).
- li Îranê ne kêmî 2000 navên kurdî bu Farisî hatîne guhartin.
- li Surya û Îraqê ne kêmî 800 navên kurdî hatîne Erebîkirin.
Sererayî guherîna navên cî, gund, bajêr û devera, navê xelkê kurd jî hatibûne guhartin, li Tirkîyê digotinê (Tirkên çiya), li Surya berê navê kurda biyanî, mişext û bê nasnsme bûn, li Îranê kurdên bê maf û bê nasname dihêne nasandin. Ev siyastên wek hev li çar welatên cuda li derdora Kurdistanê armanc jê veqetandina kurda ne ji dîroka wan, çunkî dagîrker baş dizanît ku miletê navê xwe ji destbidet, di paşerojê da ew dê neçar bibît daxwaza çespandin û diyarkirina hebûna xwe biket. Bi kurtî û bi kurdî navên ku bi hizaran sala hene tê wateya berdewambûna jiyana wî xelkî li wî cihî, tê wateya xelkê wî erdî hemî mafên dîrokî û hebûnê li wî cihî hene û qet nahêne înkarkirin.
Vekoler û pisporên taybetmend di vî ber û biyavî da li ser vê rêzbendîya kevnatî û hebûna miletan û ew kodeyên wan miletan ji bûyî dana nava li Bakurê Mezopotamya yê hevra û kokin:
Rêzbendîya kevnatî û hebûna gelên bapîr û bapîrên kurda li Bakurê Mezopotamyayê di dîrokê da, bu zanîn( deverên Zaxo- Duhok û Mîsil navenda şaristanîyeta Hurrî û Mîtanya bû).
- Subartu-2500- 1500B.Z kevintirîn miletê çiyayî ne li vê deverê.
- Hurrî- 2300-1300B.Z şaristanîyeka cihgîrbû.
- Mîtanî- 1500-1300B.Z Dewleteka Hurrîya bû.
- Med- 700-550B.Z împratorîyeka kurdî bû.
- Miletê kurd yê niha û gelên di nav da.
——————————-
Ew hemî vekolînên li ser Bakurê Mezopotamîyayê hatîne kirin tekes diken ku çi navek bi heremekî nehatîye danandin, berûvajîya vê gotinê ya dirist e. Tevahîya navên kevin li gorî şêwazên diyar û zelal hatîne danan ku hemî jî girêdayî: ziman- erdnîharî- ol û desthelata siyasî bûyine. Li gorî şêwazên Hurrî û Mîtanîya em çend kilîl û kodeyan ji bu danana navê cih, bajêr û herwisa cihên siroştî û xwezayî bikaranîne zelal bikeyin.
Çend paşgirên girêdayî ciha ( location suffix):-ta-wa-na-uk-ki….htd.
Çend paşgirên girêdayî cihên siroştî ,bilind û diyar. Za- zak- zaw-….htd.
Niha em dê sê nimûneya ji navên Hurrî û mîtanî werbigrîn:
1- Zaxo- Zakho- Zakha- Zakhika
Ev navê kevin çend cara li tatên teqinê yên serdemê Hurrî/Mîtanîya hatîne dîtin û şiroveya wî bi vî rengî hatîye kirin:
- Za— eve kodê danan navîye ji bu cihên bilind û diyar tê wateya (cihekê bilind- bilindahî- diyar û berçav).
- Kho— di zimanê Hurrî taku Êranîya despêkê da tê wateya( Av- rûbar-berav û qeraxa).
Wateya Zaxo: cihê bilind û berav.
2- Zawîta
Ji birgeyên wî dîyar e navekê Hurrî/ Mîtanîye:
- Za: kodêye ji bu binavkirina cihên bilind.
- Wi: di zimanê Hurrî/ Mîtanî da te wateya ( Av, jiyan).
- Ta: paşgirekê Hurrî yê berbelav e hatîye bikaranî ji diyarkirina şûn û cihan.
Wateya navê Zawîta: cihê bilind yê avdar.
3- Zagros
Ji pêkhateyên wî diyare ku navekê Hurrî/ Mîtanîye.
- Za: kodê Hurrî/ Mîtanîya ye ji bu binavkirina cihên bilind û diyar tê wateya ( cihê bilind, diyar, çiya).
- Gros: tê wateya ( mezin- dirêjedar-zincîre).
Wateya Zagros:( zincîre ciya yan jî bilindahîyên bi ser hev ve).
Ev çend rêzên min nivêsayin bi tenê çen sererêzkên wan vekolîna ne ewên ji layê bispor û taybetmenda ve di vî ber û biyavî da li ser rabirdûyê dapîr û bapîrên me hatîne encamdan li Bakurê Mezopotamyayê, merem jê zelalkirina giringîya navên resenên kurdî ne û ew hemî çam û çermeserîyên bi ser navên kurdî da hatîne- dihên, bi hîvîya ku êdî em tev hişartir bibîn ji bu parastina navên xwe yên resen.
Nav dihête guhartin, belê nahête sirîn.
Weysi Silêman Elî 31-03-2026an
