Girîngiya navî û Kurd 3

23ê îlona 2026an
Girîngiya navî û Kurd 3

Girîngiya navî û Kurd

Pişka 3’em

Li sala 1968’an, piştî terorkirina Martin Luther King, mamosteyeke Amerîkî, Jane Elliott, li bajarê Riceville yê eyaleta Iowa ya Dewletên Yekbûyî, li dibistaneke seretayî ezmûnek pêk anî ku bi navê “Çavên Şîn û Çavên Qehweyî” dihat nasîn. Evê ezmûnê heta îro jî gelek rastî û rexne li dû xwe hiştiye.

Mamoste Jane çi kir?

Mamoste Jane zarokên polê li gorî rengê çavên wan dabeşî du koman kir: koma zarokên çavşîn û koma zarokên çavqehweyî. Piştre ji zarokên polê re got ku zarokên çavşîn zîrektir û baştir in ji zarokên çavqehweyî.

Mamoste Jane di nav çend rojan de bi zelalî dît ku sistî, dudilî û kêmbaweriya bi xwe di nav koma zarokên çavqehweyî de derket holê. Di aliyê din de, zarokên çavşîn bawerî bi xwe zêdetir kirin û xwe serdestir dîtin.

Ezmûna Jane Elliott, li destpêkê merema jê kartikirina regezperistîyê bû li derûnê mirov û bi salên dû re, bû mijara gelek lêkolîn û şiroveyên derûnnasî û civakî. Evê lêkolînê destnîşan kir ku bawerî û nirxandina civakê dikarin bandoreke mezin li ser kesayetî, tevger û baweriya mirovan bi xwe bikin.

Li vêre bersiva pirsyarekê ji bo her kesî girîng e:

Gelo ew sistî û dudilîya ku di koma zarokên çavqehweyî de peyda bûyî, ji ber rengê çavên wan bû, yan jî ji ber bawerkirina wan bi gotinên mamoste Jane bû?

Derûnnasî bi awayekî zelal nîşan dide ku rengê çavên zarokan di encama vê ezmûnê de xwedî roleke bingehîn nebû. Ya ku bandor kir, ew baweriya ku li ser wan hatîye avakirinê. Demê ku mirovek bi domdarî bêje ku ew kêm e, lawaz e û nebaş e, ev peyam dikare hêdî hêdî bibe beşek ji dîtina wî ya li ser xwe.

Ziman û “zarokên çavqehweyî” yên Kurd

Ger em nêrînek firehtir bidin rewşa Rojhilata Navîn û taybetmendiyên zimanê Kurdî di sed salên dawî de, em dikarin bibînin ku piştî Cenga Cîhanî ya Yekem, li Rojhilata Navîn dewletên neteweyî hatin damezrandin û erdên Kurdistanê di navbera wan de hatin zirbarkirin û parvekirin!!!

Bi vê parvekirinê re, tevahîya axaftvanên zimanê Kurdî bê dewleteke neteweyî man û ketin bin dilovanîya dewletên nûavabûyî de. Di van salan de, li çar dewletên ku erdên Kurdistanê di nav wan de hatin parvekirin, siyaseta bişaftinê û qedexekirina zimanê Kurdî, bi awayên cuda, bandoreke herî xirab li ser jiyana Kurdan kir.

Li Tirkiyeyê, heta salên 1970’an, axaftin û nivêsandina bi Kurdî di qadên civakî û fermî de bi qedexeyan re rû bi rû bûn; di hin dem û şertan de bikaranîna zimanê Kurdî bi tundî dihat sizakirin, astengkirin û qedexekirin. Li Îranê jî zimanê Kurdî heta îro nebûye zimanê sereke yê perwerdehiya fermî ya dewletê. Li Sûriyê, heta berî guhertinên sala 2011’an, Kurdan ji bo salên dirêj bi siyaseta înkarkirin û bêmafkirinê re rû bi rû bûn. Li Iraqê, rewşa zimanê Kurdî, bi taybetî li Herêma Kurdistanê, ji aliyê fermîbûn û perwerdehiyê ve di gelek deman de ji sê parçeyên din cuda bû.

Hemû van siyasetan di encamê de ne tenê bandor li zimanê Kurdî kirin; wan bandor li ser nasname, dîrok, çand û baweriya mirovan bi xwe jî kir.

Bi wateyeke din, ev zêdetirî sed sala ne ku ji zarokên Kurd re, bi awayên cuda, peyamên wek van hatine dayîn:

“Zimanê Kurdî ne zimanê jiyanê ye!”
“Zimanê Kurdî tenê ji bo axaftinê ye!”
“Zimanê Kurdî kêm e!”
“Zimanê Kurdî bi kêr nayê!”
“Kes di zimanê Kurdî nahehît”
“Tu bi zimamê kirdî pêşve naçî”
…hwd.

Erê, gelo di van sed salan de, ji encama van hemû êrîşên hovane li ser zimanê Kurdî, çend zarokên me bûne “zarokên çavqehweyî” ku li ser zimanê dayika xwe sist û dudil bûne?

  • Kî dizane zimanê Kurdî çend kes û çend malbat ji dest dane?
  • Kî dizane çend Kurda zimanê dayika xwe winda kirine?
  • Kî dizane çend zarokên Kurd ji ber peyamên domdar ên ku ji wan re hatine dayîn, baweriya xwe bi zimanê xwe kêm kirine?
  • Kî dizane zimanê kurdî çend kosk û çeperên xwe ji destdane?

Belê, ev hemû rengên çavsorî û çermeserî li hember zimanê Kurdî, di van sed salên dawî de, di bin bandora siyaseta bişaftinê (asîmîlasyonê) de, derketine holê.

Li derveyî sed salan

Ji bo ku salox û rûxsarên vê wêneyê baştir xuya bibin, divê em li bazîneyeke firehtir binêrin. Divê em ne tenê li sed salên dawî, kêmekê wêvetir ta ketina dewleta Sasnîyan li seranserê dîroka ziman û çanda Kurdî rawestin.

Di dîrokê de, gelek berhem û nivîsarên Kurdî hatine sotin, windakirin, destnivîs hatine tunekirin û proseya çirmisandina çandî û zimanî berî 1393 an li ser Kurdan bi qirkirina alfebêya kurdî destpêkirîye, bi awayên cuda, berdewam kiriye. Herwiha, bi belavbûna alfabe û zimanên serdest re, şertên nivîsandina bi zimanê Kurdî rastî qirkirinê hatine.

Ji bilî van, hemû şer, dagîrkirin, koçberkirin û siyaseta bişaftinê (asîmîlasyonê) ku Rojhilata Navîn di nav xwe de dîtiye, bandoreke kûr li ser zimanê Kurdî hiştiye.

Lê, tevî hemû van hewldan û astengiyan, zimanê Kurdî hîn maye, geş bûye û berdewam kiriye.

Ev ziman tenê mayînde nebûye; ew her roj ji aliyê axaftvanên xwe ve ji nû ve tê avakirin. Ew niha ji her demekî pitir xwe dide hev û dixwaze kok û rûmeta xwe, ku di dirêjahiya dîrokê de birîndar bûne, rast bike.

Zimanek ku rehên wî di kûrahiyên çiyayên Zagros, Toros û Amanos de ne, bi asanî koka xwe winda nake. Heger di nav axaftvanên wî de kesayetiyên lawaz jî derkevin holê, ev nayê wê wateyê ku ziman lawaz e. Dibe ku ev tenê encama salên dirêj ên serdestî, qedexe û bişaftinê (asîmîlasyonê) be.

Nav, nasname û xwe-naskirin

Pakrewan Mîr Celadet Bedirxan dibêje:

“Nezanîn xwe nasnekirin e; yê ku xwe nasneke, nikare xwe baş bidete naskirin.”

Di vê gotinê de rexneyeke kûr li ser nav, nasname, ziman, serdestî û kolînîzekirina hişê mirovan heye.

Ya diyar e ku yek ji sedemên sereke yên lawazbûna kesayetiya mirovê Kurd dikare ew be ku ew nekaribe xwe bi başî nas bike û nasnameya xwe bi bawerî ve eşkera bike.

Ji ber ku serdestî di dirêjahiya salan de şîyaye mirovê kurd ji zimanê wî, dîroka wî û çanda wî dûr bixe, û zimanê serdest bixe devê wî û nirxên serdestî bike nirxên wî.

Ji ber vê yekê, mirov carinan nikare bi bawerî ve ji xwe bipirse:

  • Ez kî me?
  • Zimanê min çi ye?
  • Çanda min çi ye?
  • Dîroka min çi ye?
  • Ez çi diparêzim?
  • Ez çi dixwazim? … hwd.

Ziman tenê alava axaftinê nîne

Ziman tenê alavek ji bo axaftinê nîne. Ziman alava hizirkirinê, hestkirinê û dîtina cîhanê ye.

Li vêre divê em cudahiyeke girîng bikin: hîn bûna zimanekî nû ji xwe re ne tiştekî xirab e. Mirov dikare gelek zimanan hîn bibe û ji wan sûdê bigire. Pirzimanî dewlemendiyeke mezin e.

Lê pirsgirêk ew e ku zimanê serdest bi awayekî neçarî, bi rêya dibistanê, zimanê fermî, dîroka nivîsandî, yasa, çapemenî û nirxên civakî, li ser zimanê dayikê were danîn û mirovek hest bike ku divê ji bo pêşveçûnê zimanê xwe û nasnameya xwe paşde bihêle.

Dema ku ev peyam bi nifşan re berdewam dibe, hin bawerî dikarin di hişê zarokî de bi hêsanî bên avakirin:

  1. Zimanê min ne girîng e!
  2. Dîroka min ne girîng e!
  3. Çanda min paşde maye!
  4. Divê ez wekî serdestan bihizirim da ku ez pêşve biçim!

Eger ev hest bi nifşan re berdewam bike, serdestî êdî tenê hêzeke li derveyî mirovan nabe; ew dikare bibe tiştek ku mirov di hundirê xwe de hilgire û serdestîya herî bi hêz ew e ku dibe beşek ji hiş û xwebaweriya kesê bindest.

Kurdino!

Kurdino, ez hêvî dikim ku ev ji bo te jî ronî be û tu baştir bibînî ka bandora salên dirêj ên serdestî çawa dikare li ser ziman û nasnameya mirovan bi bandor be.

Ka em vê carê li rastiyeke nêzîkî xwe binêrin.

Piştî fermîbûna zimanê dayika me li Başûr bi sed sala, di yek polê de, ji nav bîst û şeş kesan, sêzde kes navên wan Mihemed bin?

Ev tenê pirsyarek ji bo jimartinê nîne.

Ev pirsyarek e ji bo ku em li ser ziman, nasname, dîroka me, siyaseta navdananê, naskirina nirxên xwe û bandora serdestiyê li ser hişê nifşan bihizirin.

Ji ber ku peyama serdestî ne bi qedexeyek eşkere ye, lê bi hilbijartinên rojane, bi dibistanê, bi navan, bi ziman û bi nirxên ku em bêyî ku hay jê hebin hildigirin, di nav me de cih digire.

---

Dawîya Pişka 3’em

Weysî Silêman Elî
15-09-2026an