Varîbûn
Peyva «varîbûn» ji du beşan pêk tê: «varî», ku tê wateya ji rê ladan û li hember peyva Îngilîzî «veer» tê, û «-bûn», ku lêkera vî karî ye. Zêdebarî çendîn ramanên din di zimanê kurdî de hene. Rê û rêçikên jiyanê gelek in û di hemûyan de varîbûn pêk tê, eger rewş li ser hêla xwe ya durist nemîne.
Ji ber ku babetê me girîngiya navî ye, lewma ez ê bizav û pêkolê bikim ku ronahiyê berdim li ser egerên diyardeya durisbûna nav û paşnavan di civakên Rojhilata Navîn de bi giştî û Kurdistanê bi taybetî, pêxemet ronîkirina rewş û egerên varîbûnê di navên kurdî de.
Ez bawer nakim ku kesek li dijî vê gotinê bit, ku berî 1400 salan yek navê Mihemed an jî Omer li her çar aliyên Kurdistanê hebûbit. Berî demekê min dît li dibistaneke koran li bajarokê Şaweyis nêzî Hewlêrê (eve li ser bextê Rûdaw TV ye), di polekê de ya bîst û şeş kesî navê sêzdeh xwendekaran di wê polê de Mihemed bû. Ji vê yekê hêl û qebareya varîbûnê di navên kurdî de ji bo me bi başî zelal û xuya dibit.
Hewên dagîrkirinê
Helbet, pêkhatina ev hêla varîbûnê ji encamên wan hemû hewên (operasyonên) curbecur yên dagîrkirinê ye, ku bi ser Rojhilata Navîn de hatine di dirêjahiya pazdeh sedeyên bohrî de.
Dîrok ji me re dibêje ku ew hewên dagîrkirinê yên bi ser Rojhilata Navîn de hatin, çi ji biyabanên germ ji aliyê hozên Ereb ve, çi jî ji biyabanên sar ji alîyê hozên Tetar ji Moxolistanê ve, xwedî zimanekî nivîskî nebûn, berovajiyê hewên Îngilîz û Fransayî yên ku xwedî zimanên nivîskî û pêşketî bûn.
Zimanê nivîskî
Dîrok tekez dike ku zimanê nivîskî yê erebî digel ola îslamê peyda bûye, ku heta demê Ebdilmelîk bin Mervan jî ereban ji bo birêvebirina dewleta xwe zimanên xelkekî din bi kar anîne, mîna zimanê dewleta Bîzantiyan û Sasaniyan.
Her wisa li Moxolistanê jî di sala 1204ê zayînî de Cengîzxanî dest bi nivîsandina zimanê hoza Ugurî kir bi bikaranîna alfabeyeke ku ji Suryanî hatiye wergirtin; şêweya nivîsandinê stûnî bû ji serî ber bi xwarê û şêweya xwendinê jî ji çepê bo aliyê rastê, stûn bi stûn. Ev ziman bes yê Cengîzxan, malbat û hevalên wî bû, piraniya xelkê Moxolistanê ev zimanê han yê nivîsandinê nedizanî, heta ku hewên êrişkirina Tetaran gihîştin Îranê û di sala 1221ê zayînî de dewleta Xwarezmiyan hilweşandin.

Ewan Moxolan alfabeyeke wiha nebû; ewan zimanekî devkî hebû û digel berfirehbûna erdên di bin desthilata wan de, ewan ew zimanê xwe yê devkî bi alîkariya alfabeyên xwecihî diguncandin û dinivîsandin, her wekî ewan hozên Tetar- xezer, ku li salên 550 zayinî gehiştibûne derdora gola Qezwîn (gola xezer) heta ku dewleta wan helweşyayî li sala 969ê zayinî ji hêla ziman ve rewşa wan kembaxtir bû ji yê hozên li demî Cengîzxanî ku gehiştibûne Qefqas û Rojhilata Navîn, ango ew alîyê di şer de serketî wî biryar dida ka dê kîjan ziman were bikaranîn.
Eve bi kurtî ew çarçove ye ku zimanên Rojhilata Navîn tê de hatine guhartin, ku zimanê kurdî ziyanmendê herî mezin e, lewma jî çêbûna diyardeya danana nav û paşnavan di civaka kurdî de aloztir û pir kêşe bûye li ber civakên derdora xwe.
Paşnavên kurdî
Paşnavên kurdî yên bûne navê malbatan dikarin li gorî koka xwe bêne dabeşkirin. Ev şêweyên giştî ne û ne lîsteyeke temam e.
- Cih û gund: Ya herî cihgir û herî pejirandî ye, mîna Barzanî ku bi gundê Barzan ve girêdayî ye. Malbat navê resenê xwe hildigire û tu bîranîna şermê di wî navî de namîne.
- Pîşe û kar: Mîna Şivan, Gavan an Hesinkar. Ji bo naskirinê dest pê kiriye, paşê bûye nav, û piranî bêalî ye.
- Paşnavê olî an civakî: Mîna Mela, Hacî, Şêx, Axa û Beg. Ew rêz û cihê civakî nîşan didin û ji nevîyan re dimînin, heta eger êdî tu kes ji wan wê taybetmendiyê bi rastî hilnegire.
- Taybetmendiya laşî: Mîna Kor (kor an yekçav), Kurt (bejinkurt), Seqet. Hin ji wan wekî henekekî derbasbûyî dimînin, hin jî zarok jê mîras digirin, û ev yek herî nêzî rezîlkirinê ye.
- Bûyer an helwest: Ya herî metirsîdar û herî mayînde ye, û wateya wê di nav nifşan de diguhere. Mirov çîroka eslî ji bîr dikin lê nav dimîne, û nevî wî hildigirin bêyî ku sedema wî bizanin, û piştî demekê dibe navekî asayî.
Faktorekî bandorker jî li wan welatan heye ku navên malbatan bi fermî ferz kirine, mîna Tirkiyeyê piştî Qanûna Paşnavan a sala 1934an, her wiha Îraq, Sûriyê û Îranê. Carinan karmendan ew paşnavê ku di nav gel de ji bo malbatê belav bibû, wekî xwe tomar dikir, û bi vî awayî paşnavekî devkî û derbasbûyî dibû navekî qanûnî yê cihgîr û beşek ji nasnameya fermî. Ev yek rave dike çima paşnavê êşîner car bi car bi nifşan re didome: tomarkirina fermî wî qeşa dike (dicemidîne), û êdî di destê civakê de nîne ku wî paşnavî ji bîrkirinê derbas bike.
Lêkirina nav û paşnava
Ev diyardeya lêkirina nav û paşnava di gelek civakên kevneşopî de heye, lê li ba Kurdan ji ber sedemên civakî û dîrokî yên li hev geriyayî eşkeretir xuya dike:
- Civaka rûyên biçûk: Gund, êl û taxan bi hev ve girêdayî ne, û her kes her kesî nas dike. Dema rewşeke henekî an şermezar çêdibe, zû belav dibe û di bîranîna giştî de dimîne. Ew bi xwediyê xwe re dimînît (pêvenûsandin), ji ber ku civak tiştan ji bîr nake.
- Çanda devkî: Bîra civakî bi çîrok, henek û paşnavan dihat parastin ne bi nivîsînê ye. Paşnav kurtkirineke asan e ku çîrokek temam dihewîne, ji ber vê yekê ji bûyera bi xwe dirêjtir dijî.
- Pirbûna navên mîna hev: Dubarebûna navan di nav hoz û gundekî de mirovan dixe ber wê yekê ku kesan bi taybetmendiyek an bûyerekê ji hev cuda bikin (xwediyê kerê..., yê kose, yê devberdayi…hwd.). Tiştê ku wekî awayekî naskirinê dest pê dike, bi demê re dibe şermezarî.
- Kontrola civakî: Tinazkirin (yarkirin) û paşnavlêkirin bi awayekî nefermî ji bo rastkirina reftarê û cezakirina kesê ji adetê derketî ye, bêyî dadgeh û qanûn. Tirsa wî kesî ji vê çend riswabûn e, wî ji gelek reftaran dide paş.
- Çanda namûs û navûdengê: Di civakên ku li ser navûdengê malbat û hozê ava bûne, her kirin eşkere ye û dikeve ber nirxandinê. Paşnav carinan bi tevahiya malbatê ve tê girêdan û ji zarokan re dimîne.
- Kêf û henek: Di nebûna rêbazên (navgînên) kêfê yên nûjen de, dîwanxane û şevbuhêrkên zivistanê cihê çîrok û henekan bûn, û paşnavê henekî ji bo kenê kereseyekê amade bû.
- Lawaziya mekanîzmayên rastkirinê: Ti aliyek nebû ku paşnavê nûçêbûyî jê bibe an lêborînê bixwaze, û dema xwedîyê wî navê nû wergirtî li berxwedida ji bu ladana wî navî li ser xwe ku rastvebikit, bi vê çendê ew hez a dubare bikaranîa wî navî li def layê beranber xurttir dikir.
- Qebûlkirina tinazê: Paşnavê tinazî ne her dem heqaret e li cem xwediyê wî dibe ku ew bi xwe wê qebûl bike û bi kar bîne, û ev jî diyardeyê normal dike û didomîne.
Girîng e bê gotin ku ev tenê ne taybete bi Kurdan ve. Em wê li ba Ereb, Tirk, Faris, Amazîx û civakên din ên xêlekî û gundewarî jî dibînin. Di bajar û nav koçberiyê de sivik bûye, lê medyaya civakî bi şêweyekî nû, bi "mîm" û tinazên dîjîtal, ew ji nû ve daye çêkirin û zûtir û berfirehtir li tevahîya cîhanê belavkirine û bûye wekî tenîya sêlê ji me ve nabe.
Di beşê bêt da dê ronahîyê berdeyine li rewşa berdewamîya paş navên kurdî û winda bûna wan bi demê re.


