Windabûn
Berî ku em werin ser babetê windabûna navan, divê em diyardeya guherîna nav û paşnavan bêxine di çarçoveyeka durist de; hêjayî gotinê ye ku guherîna navan di du rêyên sereke de xwe dibîne:
- Guherîna xwezayî, sirûştî.
- Jêbirina (sirîna) çandê bi zorê.
Guherîna xwezayî: dema nav hêdî hêdî diguherin ji ber guherîna ziman, tîtalan, koçberiyê û têkiliya bi gelên din re.
Jêbirina çandê an hilweşandina bi zorê (bişaftin): dema navên resen têne qedexekirin, an gvaştin li mirovan tê kirin ku dev ji wan berdin û navên girêdayî çand an zimanekî din li şûna wan werin danîn.
Di rewşa duyemîn de, guherîna navan dikare bibe beşek ji pêvajoyeke fireh ku armanca wê lawazkirina bîra dîrokî an jibîrkirina hin aliyên nasnameya komî ye, helbet piştî ku belge vê şîrovekirinê piştgirî bikin.
Bi wateyeke din, ne tenê bi guherîna nav û paşnavan wêneyê rastîn yê van guherînan tê dayîn û xuyakirin. Lê divê çarçoveya dîrokî, ziman, belge, cureyê guherînê û sedemên wê jî bên nirxandin. Nav û paşnavên kevn yên gelekî hilgirên wateyên dîrokî, çandî û civakî yên herî kûr in, lê her wateyek wê li gorî mercên ku tê de pêkhatiye zelal dibe; cureyê guherînê û egerên ku bûne sedema wê wateyê jî diguherin.
Diyardeya guherîna navan
Em dikarin diyardeya guherîna navan di pênc xalan de çarçove bikin. Li ser vî babetî Dr. Lusine Sahakian vekolînên nirxdar hene.
Windabûna beşekî ji bîra dîrokî
Nav û paşnav ne tenê peyv in; ew hilgirên bîra bav û kalan, koka malbatan, eşîran, cihan, koçan û bûyerên dîrokî ne. Gava ev nav winda dibin, dibe ku şopandina dîroka hin malbatan an zelalkirina girêdanên di navbera zarokên wan de giran û pir astengdar bibe.
Qelsbûna berdewamiya çandî û nasnameyê
Bê guman navên kevn beşek ji ziman, mîras û nasnameya komî pêk tînin. Dev jê berdana wan bi awayekî berfireh dê bibe egerê veqetandineke kembax di paşeroja civakê de, an jî dibe nîşana paşketina hin hêmanên çanda wê ya kevneşopî. Lê ev ne bi pêwîstî tê wateya windabûna nasnameya gel; dibe ku ew ziman, tîtal û bîra xwe bi awayên din biparêze.
Bandora desthilatdariya gelên din
Eger nav û paşnav ji ber dagirkirin, kolonyalîzm an siyasetên ku zimanek û çandek taybet bi zorê datînin hatibin guhertin, dibe ku ev nîşana pêkolekê be ji bo tevlihevkirina rûniştvanan di nasnameyeke din de an qelskirina girêdana wan bi nasnameya wan a resen re. Lê eger guherîn bi dilxwazî çêbûbe, ji ber hevjîniyê, koçberiyê, entegrasyona civakî an pêşketina zimanî, wê demê dibe ku tenê guherîneke xwezayî be di civakê de.
Qutbûna girêdana bi koka xwe re
Gava mirov wateya paşnavên xwe yên kevn an çavkaniya wan nizanin, dibe ku hin girêdanên zanînê di navbera nifşan de bibirin. Dibe ku kes nikaribe bizanibe gelo paşnavê wî bi cihekî, pîşeyekî, eşîrekê, zimanekî an nijadekê malbatî ve girêdayî ye. Lê dîsa jî, tenê guherîna paşnavê nabe belge ku nijad qut bûye an kok ji holê rabûye; ev tişt pêwîstî bi belgeyên dîrokî û belgeyên serbixwe ne.
Veguherîna ji nasnameyeke dîrokî bo nasnameyeke nû
Carinan nav û paşnavên gelekî digel guherîna ziman, ol, pergala siyasî an girêdana civakî yê wî diguherin. Dibe ku ev bibe sedema çêbûna nasnameyeke nû ya ku hêmanên kevn û yên nû tevlihev dike. Ev dikare guherîneke xwezayî be, an encama gvaştina derveyî be, an jî tevlîheviyeke ji herduyan be.
Windabûna navên kurdî
Tiştê ku bi ser bêjingê dîroknasî ketiye û bi pêbawerî dikare were gotin ev e: windabûna navên kurdî ne bûyereke yekane bû, lê guherîneke gav bi gav û pirqat bû, û em dikarin di van qonaxên jêrîn de kurt bikin:
Qonaxa îslama destpêkê (sedsalên 7–10'an z.)
Piştî ku piraniya kurdan bûne misilman, navên erebî û îslamî (Mihemed, Ehmed, Eli, Evdilah, Fatima…) hêdî hêdî ketine nav civaka kurdî, çunkî navên kurdî û îranî yên kevn demekê man, nemaze di nav malbatên mîrî û eşîrî de.
Qonaxa mîrnişîn û xanedanan (sedsalên 10–16'an)
Navên kurdî di malên hikumdaran de man (Şeddadî, Hesenweyhî, Eyûbî û paşê mîrnişînên kurdan), lê zimanê fermî, olî û çandî erebî û farisî bû. Ji ber vê yekê navê olî statuyeke civakî ya bilindtir girt û navê kurdî yê resen ket kenarê.
Qonaxa navên pêkhatî û sernavan
Li vê qonaxê şêweyek navîn derket: sernav û nesebên bi eslê erebî (Şêx, Seyid…hwd) tevlî yên kurdî bûn, mîna (Axa, Beg, Mîrza) û navên bi taybetmendiya farisî-tirkî, digel ku navên eşîran wekî çarçoveyên kurdî man. Sernavên olî û eşîrî ji navê kesî bêtir nasname hilgirtin.
Qonaxa dewleta nûjen (sedsala 20'an)
Ev qonaxa herî bibandor e ji aliyê belgekirinê ve. Dewletên herêmê bi pileyên cuda sînor danîn ser navên kurdî di qeydên fermî de (bi tirkkirina nav û paşnavan li Tirkiyeyê piştî Qanûna Paşnavê ya 1934'an, û sînorkirinên wekhev li dewletên din). Ev yek bû sedema valahiyekê di navbera navê fermî û navê ku li malê tê bikaranîn.
Qonaxa hemdem
Ji dawiya sedsala bîstan ve vegerek berçav bo navên kurdî heye, nemaze li başûrê welat, digel tevgereke vejîna netewî û zimanî. Lê dîsa jî di piraniya derdoran de navên olî herî berbelav mane.
Têbiniyên li ser van qonaxan:
- Peyva «winda bûn» pêwîstî bi rastkirinê heye. Ya rûdayî ji aliyekî ve cîguhertin û qatên li ser hev bû (pêkvejiyana navên olî û kurdî ye), ne windabûneke tevahî ye. Ev li gorî herêm, çîn û mezhebê diguhere (êzdî, elewî, yarsanî û kakeyî navên cudatir parastine, mala tevan ava be).
- Belge ji bo sedsalên pêşîn kêm in, û piraniya tiştê tê gotin ji çavkaniyên erebî û farisî tê derxistin, ne ji tomarên kurdî. Ji ber vê yekê di giştîkirinê de hişyarî pêwîst e.
- Nabe ev ji faktorên wekî ol, bajarvanî, nexwendin û tunebûna saziyeke nivîskî ya kurdî ya yekgirtî were veqetandin.
Windabûna nava di navbera bilêvkirina navên kurdî û nivîsandina fermî de
Tevî ku di axaftinê de saxlem jî dimîne, lê belê di tomarkirinê de rewşa wan saxlem namîne. Ev yek bi çend rêyan çêdibe:
Erebîkirina rênivîsê di tomaran de
Gava «عەمەرێ گوزێ» bi tîpên erebî yên asayî di belgenameyan de tê tomarkirin, dibe «عمر كوزئ». Dirust li vêderê çend tişt winda dibin:
- Dengdêrên kurdî (i, ê, e, u, û / ە، ێ، ۆ، وو) di rênivîsa erebî de nînin, ji ber vê yekê cudahiya di navbera fetha û kesra û zemma ya kurt de ji nav diçe.
- Tîpên taybet yên kurdî (گ، ڤ، ڕ، ڵ) bi nêzîktirîn tîpa erebî tên guhertin (گ ← ك، ڤ ← ف، ڕ ← ر), û bi vî awayî nav ji aliyê dengî ve tê guhertin.
- Navê kurdî yê resen wekî navekî erebî yê kembaxkirî tê tomarkirin û bi awayekî otomatîk tê rastkirin bo şêwazekî erebî.

Bandora şêwaza girêdana dengdêran (îzafeyê)
Daxuyaniya «عەمەرێ» nîşana îzafeyê (ێ) tê de heye, û eve beşek ji avahiya rêzimanî ya kurdî ye, ne ji nav bi xwe ye. Tomara fermî vê avahiyê nabîne, ji ber vê yekê dike hemze («كوزئ») an jî jê tê avêtin, û nav şêwaza xwe ya axaftinê ji dest dide.
Valahiya navbera du pergalan de
- Karmendê tomarê pir caran bi rênivîsa erebî kar dike û çi pêzanîn li ser rênivîsa kurdî nînin.
- Axêver nav wekî dengekî kurdî dibîne ku rênivîsa wî ya taybet heye.
Encam: belgeya fermî şêwazekî ji nû ve saz dike ku xwediyê nav bi xwe jî nayê naskirin.
Bandora du cureyên nivîsînê
Kurd li Iraqê bi alfabeya erebî ya guherandî dinivîsin, û bi fermî vê pergalê cîbicî dikin, û pêgîrîpêkirin di rewşa sivîl de, her dem pabend nabin, û ji karmendekî bo yekî din û ji parêzgehekê bo ya din cuda dibe, ji ber vê yekê pîvanekî yekgirtî û req tune.
Kurtî: Ev dibêje ku nav dikare di axaftinê de saxlem bimîne û di belgeyê de bimire, û bi vî awayî nifşek peyda dibe ku du navên wî hene: navê malê û navê dewletê. Ev şêwaze dirust ew e ku li Tirkiyeyê hatiye bicîhkirin, bi mekanîzmayeke nermtir digel zordariya siyasî û piştgiriya yasaya tirkî bi rêya rênivîsa îdarî ku hêşta ya siwar û likare.


