Birînên guherîna nava
Ez neşêm bawer bikim ku dê ansîklopediyek têra jimartina birînên guhertina navên kurdî û ew derhavêşteyên ji guharindina wan nava di sed salên dawîyê pêk hatin bike. Ez ji xwe dizanim berî her kesekê din, min nîva jiyana xwe bi gilî û gazindeyê derbas kir, heta ku ez têgihîştim cesteyê mirovê kurd tenê komeke zam û birîna ne û pêwîste her kesek bibe pizîşkê xwe.
Her ewan zam û birînan ez pal dam ku hinek ji van birînan li ser kaxezê rêz bikim û li ber çavan danim, da ku navên van birînan li ser kaxezê jî bi çavan werin xwendin, ne bes bi hestan.
Yek ji birînan ew e ku min di dawîya gotara 9-emîn de amaje pê kirî: Ew jî «qedexekirina zimanê kurdî li her derê, cînosîda mejiyê mirovê kurd e û destpêka hemû cînosîdên din ên miletî ye».
Kilîla jîn û jiyanê ziman e
Em bêjin yan ne, ziman beşek e ji mejiyê mirovî û mejî gencîneya peyv û ramanên ziman e. Ziman ne bes gotina peyvan e û bihîstina axivtinê ye; ziman cîhana hizirkirinê, saloxdanê, dahênanê, pêşketinê ye.
Berbendkirin, rêgirtin û sinordarkirina zimanî, mirovî ji werar û pêşketina jiyanê bê beş dike; ev bê beşbûn ji layê felyesofê welatê Çînê Konfuçyûs (551-479 BZ) ve wisa hatiye saloxdan.
Bêguman kilîla jîn û jiyanê ziman e. Ziman bûjena (têgeha) herî giranbiha û nirxdar e. Gotiye ku "Ger ziman sererast nebe, çi tiştek sererast nabe." Ger ne ziman be, oldarî çê nabe! Ger ne ziman be, berpirsyarî bi cih nayê! Ger ne ziman be, mirov ji êkdu fêm nakin! Ger ne ji ziman be, jiyan dibe garankî!

Li gorî serjimêriya cîhanê, nêzî 8 milyar kes li jiyanê hene. Ev hemû mirove jî, dabeşê ser bi sedan nijadên cuda bûne. Lê eger ziman bi kar neyê, ew hemû nijad tenê li ser çar birên mirovan li jiyanê dê dabeş bin: Reşik, zerik, sorik û sipîlkok.
Mafên bikaranîna zimanê me
Bi tekezî ve dibêjim, ku ew diyardeyên kembax ên ji qedexekirin, berbendkirin û sinordarkirina zimanî derdikevin, li ser hemû astên jiyanê di welatê me da kemerşikên in. Tenê ji aliyê axiftinê lê binêre: piraniya kurdan çend zimanan diaxivin, lê zimanê xwe baş nizanin yan jî qet nizanin!
Kar gehiştiye vê astê ku di çerxê 21-ê de mafên bikaranîna zimanê me li ser erdê me bûye hêlên sor û zer. Bûye giringtirîn babetên danûstandinê li navbera miletê me û dagîrkerên zimanê me. Ta ku ev mafên rewa yên ku her kesî li ser rûyê erdê hene, bûne daxwaz û daxwazname. Di hemû danûstandinan de pêwîst e em li gel wan cînosîdkaran rûnin û li gorî dîtin, rêgez û çarçoveya desthelatdaran daxwaza mafên xwe bikin. Bes Xwedê dizane ka dê kengî ew rûniştin wê pêk werin.
Zimanê dayikê bûye parezerê hebûn
Li welatê Çînê, jîrbêjî (felsefe) ya Konfuçyûs (551-479 BZ) ji aliyê piraniya xelkê ve hate pejirandin û ji xwe re kirin hêla bingehîn ya rêkxistin, pêşvebirin, parastin û mayîndekirina ziman û çanda gelê xwe. Ev hêla bingehîn bû sedema parastina ziman, şaristanî û ji nû ve vejîna vî welatî, piştî ku di dirêjahiya dîroka xwe de rastî gelek dagirkirin û guherînên cûrbecûr yên jiyana vî xelkî hatin.
Gelek mînak di dîrokê de piştrast dikin, ku zimanê dayikê bûye parezerê hebûn, pêşketin û pêşeroja miletî, mîna welatê Japonê, ku piştî wan herdu bombên Atomî jî, proseya dubare avakirina welatî dest bi çaksazîyên (reformên) mezin di ziman, çand û perwerdeyê de kirin.
Japonî bi sê pergalên (şêwazên) nivîsînê yên cuda dinivîsin, û wan di heman hevokê de bi hev re bi kar tînin, ne ku her pergalekê ji hev cuda bi kar bînin.
Sê şêwaz ev in
- Hiragana (ひらがな) Ji bo peyvên japonî yên resen û dawiyên rêzimanî tê bikaranîn. Tîpên wê wêneyên xwe yên taybet hene. Mînak: こんにちは (konnichiwa) = silav.
- Katakana (カタカナ) Bi piranî ji bo peyvên biyanî, navên qerkirî û deng tê bikaranîn. Wêneyên tîpên wê tûjtir û goşedartir in. Mînak: コーヒー (kōhī) = qehwe.
- Kanjî (漢字) Ev sembolên bi koka xwe çînî ne. Her sembol ramanekê an beşek ji ramanê dihewîne. Mînak: 山 = çiya, 水 = av.
Tiştê balkêş: Japonî her sê pergalan hîn dibin û di dema nivîsandinê de bi awayekî xwezayî wan têkeldikin. Ev yek dike ku nivîsandina japonî ji bo destpêkeran pir giran û aloz xuya bike, lê bi hînbûn û berdewamîyê re kara û asan dibe!
Rewşa zimanê kurdî
Li welatê me rewşa zimanê kurdî gelek qelsir û wêrantir e. Zêdebarî du alfabeyên ku li me bûne bela, zimanê kurdî bi giştî li ser sê beşên sereke dabeş dibe: kurdîya jorîn, kurdîya navîn û kurdîya jêrîn. Heta roja îro jî me ji bo hîç beşekî ji van her sê beşan ferhengeke yekgirtî ya akademîk nîne. Hebûna van ferhengan gava yekem û ya herî bingehîn e ji bo vejandina zimanê me. Lîsteya gilî û gazindên me di vî ber û biyavê xizmetkirina zimanê kurdî de gelek dirêjtir e ji kar û kiryarên me di warî de.
Mebesta min ji van mînakên jorîn ew e ku her kurdek bikaribe hest pê bike û bi zelalî bibîne ku ger zimanê dayikê xurt û bihêz be, wê ew milet, welat û her kesê wî jî xurt û bihêz be; ger zimanê dayikê saxmirî be, wê ew milet, welat û her kesê wan jî wisa be. Ev çende bi zelalî dibêje me ku xurtî û hêza her miletî û welatî ji hêza zimanê dayikê ye, berî her tiştekî din. Dibêje me ku miletê zimanê dayika xwe parast, miletekî xurt e û ji bo bihêzkirina xwe wê sûd ji hemû sîstemên baş ên li cîhanê wergire; lê miletê saxmirî be ne bes vê yekê nake, lê ew sîstemên ku di kevneşopiya wî de hene jî wê ji dest bide û wê mirovên tembel û hişbel berhem bîne
Guhertina navên kurdî di sed salên dawî de
Kurt û kirmanc, guhertina navên kurdî di sed salên dawî de, çi navên kesan, malbatan, gund û bajarên kurdan, çi navên çiya, riwekan, çem û herêmên wan bin, bûye sedema encamên neyînî yên kûr. Bandora vê yekê tenê li ser zimanê kurdî nemaye, lê belê gihîştiye nasnameya neteweyî, çand, dîrok û bîra komî a gelê kurd.
Ev diyardeye di gelek qonaxên cuda de, bi rêbazên erebîkirin, tirkkirin, farsîkirin û guherandina nasnameya herêmî, li Tirkiyeyê, Sûriyê, Iraqê û Îranê bi awayên cuda pêk hatiye.
Encamên neyênî û windahîyên kurdan ji van guherîna çi ne? bi kurtî çunkî di beşê bêt de dê hinekî berfireh li ser encam û derhavêşteyên wêrankar yên van guherînan rawistim. Niha jî bes nav û nîşanên çend windahîyên kurdan yên sereke di van guherînan de.
Windahiyên sereke
Windahiyên sereke dikarin di pênc warên bingehîn de bên kurtkirin:
- Windahiya dîrokî: Qelskirina hebûna dîroka kurdî di belge û nexşeyan de.
- Windahiya çandî: Kêmkirina nav, sembol û hêmanên çandî yên ku ji nifşên berê mîras mane.
- Windahiya zimanî: Qelskirina girêdana di navbera zimanê kurdî û jiyana rojane de.
- Windahiya civakî û derûnî: Kûrkirina hestê havîbênê (xerîbiyê) û cudakariya ku bi nasnameyê ve girêdayî ye.
- Windahiya erdnîgarî: Qelskirina girêdana dîrokî ya gel bi axa xwe û navên wê re.
Tenê eve dilopeke ji derîya birînên guhertina navê kurdî ku di rêka qedexekirna zimanî re têne encamdan.



