Kesayetî
Di 05-08-1997an de, dema ku ez wekî penaber gihiştime Ewropayê, pirsa herî azarbexş ji bu min ev bû: «Tu ji kîjan welatî hatî?»
Min got: «Ez ji Kurdistanê me.»
Wan ji min re got: «Kurdistan li ser nexşeyê nîne!»
Ez neçar bûm navê herêma xwe bi hemû pêzanîn û agahiyên girêdayî wê herêmê rave bikim. Lê kesê ku ji min dipirsî, bi sanahî navê dewleta ku herêma ez jê hatibûm nivîsand û li tenişt navê wê dewletê kivanek vekir û têda nivîsand: «Kurd» — wekî ku zimanê axaftina min tenê nîşana nasnameya min bû.
Heke zelaltir bêjim, min neşîyabû xwe bi awayekî baş pênase bikim. Her di wê kêliyê de ev bawerî di hişê min de çiqîya: kesê ku xwe nas neke, nikare xwe bi serbestî pênase bike.
Ez yê bê agahbûm ku serdestên wî welatî, berî ku ez hebim, li gorî berjewendiyên xwe ez li cîhanê pênase kirime; gotina wan bûye fermî û wekî rastî hatiye pejirandin, lê rastiya min jî bûye cihê gumanê.
Xwe-nasîn
Ji ber vê yekê, xwe-nasîn tenê agahdarbûn ji hebûna xwe nîne. Ew bi dîrok, ziman, çand, coxrafîya, bîranîn û mafê xwe-pênasekirinê ve girêdayî ye, lêbelê hezar caran mixabin ku her ji ketina dewleta Sasanîyan ve, ev ziman, dîrok, çand, coxrafîya û bîranînên welatê me rastî wêrankirinê hatîne-dihên, û bê dewlet û bê xwedan bûne, her wekî pêşîyên jî me gotî: Malê bê xwedan xwarina gura ne.
Eve ji layekî ve, ji alîyekê dîtir ve jiyan hinde bi lez ya pêşdikevît û dihête guherîn em di nav da şaş û guhişî mayine, em yên neşêyin van pêşveçûnên bi lez bi başî binirxînîn, çunkî ew nirxên berî sîh sala ku di hişê me da pir bihabûn di jiyana evro da bihayê wan kêmtir bûye û beref kêmbûnê ve diçin, ew bawerîyên di nav civaka me da pîroz berî sîh sala wekî xwe nemayine, gelek ji reftarên me yên berî sîh sala bikêrî jiyana îro nahên…hwd. Bi kurtî û bi kurmancî wekî vê gotina pêşîya ne: Gul ya şil, bû baran lêhat, şil û mil bû.
Dîdevanên rojavayî
Sererayî van rastiyên dîrokî ku Alfabeya zimanê me li welatê me hate qirkirin (jînosîdkirin), nivîsar û pirtûkên me hatine enfalkirin, çirmisandina demarên çanda me hate karakirin, navên gij û giya û gulên me hatine talankirin, zimanê xwe xistine devên me da, ziman û çanda kurdî dûrkirin ji fermîbûnê. Zêdebarî van hemî karên navbirî ku li dijî mirovatî û şaristanîyeta me hatine encamdan, hêşta jî me gelek dîdevanên rojavayî hene ku pesnê kesayetiya mirovê kurd didin. Mînak:
- rojhilatnasê Îtalî Pietro Della Valle, ku di 1617an de di nav Kurdan re derbas bûye û di Viaggi de behsa wan kir;
- rojhilatnasê Îngilîz Claudius James Rich, ku di 1820an de li Kurdistanê ma û di Narrative of a Residence in Koordistan (1836) de ew nivîsandin;
- û geroka Brîtanî Isabella Lucy Bird Bishop, ku di 1890î de ew dît û di Journeys in Persia and Kurdistan (1891) de nivîsand.

Di pirtûkên wan de rastiyeke mezin derdikeve holê: heya destpêka sedsala bîstan, kesayetiya mirovê kurd li Rojhilata Navîn cuda û xurt bû, bi taybetî jina kurd, û ev yek berî damezrandina dewletên netewî bû.
Yek ji paradoksên bindestkirina kurdistanê ewe, ku ewên welatê me dagîrkirîn ew bi xwe ji layê ziman û çandê ve lawaz û pirkêmasî bûn, berovajî Înglîza, Espana û Purtogalîya ku xwedanên zimanên pêşketî, têr û tesl bûn, her welatê ewan dagîrbikira bi sanahî zimanê xwe li nav wan miletan da belavdikirin, lê li kurdistanê ev çend e pêk nehat!! Her ku gehiştîne li ser xaka kurdistanê ewan dest bi talankirina ziman, mûzîk, zanist û çanda kurdî, û her wisa yên miletên kevnar jî li deverê kir-dikin, ev çende xuya ye ji bêderên zimanê Farisî, Tirkî û Erebî ku bi rêjeyeka ber çav peyvên zimanên kurdî, Aramî, Ermenî, Yewnanî … hwd, di xwe da dihewînin.
Du şerên hevdem
Ji bo ronîkirina çarçoveya stratejîk û mekanîzmayên bindestkirina ziman û çanda kurdî, dê ez li ser encamên lêkolîneke Navenda Nûbar a Kurdî ya Lêkolînên Stratejîk rawestim.
Di her qûnaxeka dîrokî ya ku civak û gel têda derbas dibin, du şerên hevdem bi hev re têne encamdan. Yek şerekî eşkere ye ku li ser erdê fîzîkî çêdibe, yê din jî şerekî sembolîk û hizrî ye ku di hişê mirovan de tê encamdan û ji yê yekem metirsîdartir e. Encama şerê yekem bi hêza leşkerî, çavkaniyên aborî û hevpeymaniyên siyasî tê diyarkirin, lê şerê duyem bi ziman, wêne û vegotinê (narratîv) tê yekalîkirin.
Ji ber vê yekê, di gelek rewşan de armanc êdî tenê têkbirina siyasî ya dijber nîne. Armanc ew e ku wêneyekî neyînî, şêlî û pir aloz di hişê giştî yê layê dijber de were bicihkirin. Di encamê de, tenê gotina navê wî bi serê xwe dibe egerê redkirinê, berî ku derfeta nirxandina ramanan, helwestan û nêrînên wî çêbibe.
Di beşa pêncan de ez dê li ser wî şerê hizrî û kartêkirina wî li ser sirîn û guherandina navan, kesayetî, helwest, dîd û biryardayîna mirovê kurd di vî cengî da bikim.


