Sefran

Ji ber mifayên wê li rêzên pêşyê ye ji layê aborî ve di nav rêzên gulên dinyayê da. Bursa taybet ji bu kirîn û firotina berhemên wan heye. Li gorî şarezayên xwarinê berhemên wan ji yên herî zengîn in ji bu saxlemîya mirova di nav ahên xwarinê da.

Sefran

Sefran
Zanistî
Crocus sativus
Îngilîzî
Saffron crocus
Kurmancî
Sefran

Dabeşkirin

Malbat
Iridaceae

Mezinbûn

Bilindî
10–15 cm
Demsal
Zivistan, Bihar

Wargeh

Zincîra çiyayên Zagros (çiyayê Elwend); îro bi taybetî Îran.

Zêdetir agahî

en.wikipedia.org

Hejmara cureyan

Hejde rengên kulîlkên wan hene û li gorî paqijîya berhemê wan dihêne nirxandin û curekirin, çunkî berhemekê pir biha ye li bazarên cîhanê.

Wargeh

Destpêka vê gulê li çiyayê Elwend li zincîra çiyayên Zagros hatî malîkirin, ji ber vê yekê evro jî Îran wargehê herî navdar e li dinyayê bi berhemanîna van gula, helbet li gelek welatên dîtir jî hene, lêbelê bi rêjeyên gelek kêmtir.

Ferhengok

  • Biha — Nirx, qîmet.
  • Çiyayê Elwend — Ji zincîra çiyayên Zagros e li Rojavayê Îranê.
  • Malîkirin — Xwedîkirin, ji çolê veguhastîne û li zevîya û mêrga hatîne çandin û kehîkirin, tiştê kovî li çolê ye û yê kehî (malî) di malê daye.
  • Herî navdar e — Nasyar e, bi nav û deng e.
  • Berhem — Berê wan gula, deramet, dahat, xêr û bêr.
  • Rêje — Ev e sembolê wê ye % pîvan e ji bu hemberkirinê di navbera çend tişta, mirova, mileta da…. hwd.
  • Zengîn — Dewlemend, li vir merem jê ew e ku ji bu xwarinê pêkhatîyên tendirust li xwe digrît û gelek yên mifadar in ji bûyî saxlemîya mirova.
  • Ahên xwarinê — Kereseyên xwarinê, maddeyên xwarinê.

Çavkanî

Weysî Silêman Elî, Kulîlk û Gul bi Kurdî, Flora Kurdica, 2025 — wane 10.