Yasmîn

Li destpêkê û ji ber mifayên wê bi tenê malabata împratorê Çînê mafê bikaranîna van gula hebû, evca li ser van gula em çi bêjîn û çi nebêjîn çaya wan, rûnê wan, bêhnxweşîya wan, dermanên wan….hwd dinya pir kirîye, ku kesek nemaye guh li navê gulên Yasmînê nebûbît. Li piranîya welatên gerim jî hene, çunkî ev gulane dişên di navbera (5 heta 40) pileyên germê da bijîn.

Yasmîn

Yasmîn
Zanistî
Jasminum
Îngilîzî
Jasmine
Kurmancî
Yasmîn

Dabeşkirin

Malbat
Oleaceae
Hejmara cureyan
200

Mezinbûn

Bilindî
3–8 m
Demsal
Havîn, Payîz
Mehên vebûnê
Hezîran – Çirîya paşîn

Wargeh

Tê bawer kirin ku destpêka dîtina van gula li Rojavayê Çînê bû û paşî li cihana kevin (kêşwerên Asya, Afrîqa û Ewropa) jî hatîne dîtin.

Zêdetir agahî

en.wikipedia.org

Demsal

Baştirîn demê çandina wan Payîz e û vebûna gulên wan jî ji heyva Pûşper ê destpêdiket, heta heyva Mijdar ê gulên wan heldiwerin.

Ferhengok

  • Cihana kevin — Berîya ku Ewropayî bigehine parzemîna Amrîka li sala 1492an da, bi tenê sê kêşwer hebûn (Asya, Afriqa û Ewropa) niha jî dibêjine van her sê kêşwera bi hevra cîhana kevin.
  • Pûşper — Navê meha şeş e bi kurdî, heyva giya dibehît û zer dibît û dibîte pûş (pûş-pîş te wateya giyayê hişikbûyî).
  • Mijdar — Navê heyva yazde ye bi kurdî, di vê heyvê da dinya sar dibît piranîya cihên welat di bin mijê da diyar namînin, bi taybetî cihên bilind. (mij wekî dûmanê ye lêbelê xwezayî ye û ew bi xwe dirist dibît ji derencamên guherîna seqayî û daketina pileyên germahîyê li wî cihî).
  • Heldiwerin — Helwerîna gula, helwerîna porê mirovî, helwerîna pelên (belgên) dara … hwd.
  • Evca — Evca kortkirîyê peyva evê carê ye. Ji bu agahîyên zêdetir li ser babetê kortikirina peyva û rastnivêsînê, binêre li pirtûka Rabera Rastnivêsînê ya kurmancî.
  • Dişên — Dikarin, di hêza wan daye, di şiyanên wan daye.
  • Pileyên germê — Pile (derce) ji bûyî pîvana germahîyê bikartînin, her tiştek bi awayekî dihête pîvan, minak – kîlogiram ji bu pîvana sengînîya tişta ne (giranîya wan e), Ba dihête pîvan bi yekeka pîvanê dibêjinê (Bar) minak- 30 barên bayî ji bu puvdana vê balonê pêwîst in, dirêjahî, dûrahî û bilndahî bi metreya dihêne pîvan…. hwd.

Çavkanî

Weysî Silêman Elî, Kulîlk û Gul bi Kurdî, Flora Kurdica, 2025 — wane 9.