Bi zimanê gula, gula beybûnê nîşaneya bêgunehî, paqijî, dayikbûn û destpêkeka nû ye, herweha ji bu çêkirina dermanên giyayî ji gelek nexweşîyan ra tên bikaranîn, mîna dermanên dije baktirya, dije firk, dije hewdana, sivikkirina tayê û gelekên dîtir.

Ferhengok
- Zimanê gula — Bi zimanê şarezayên gula.
- Bêgunehî — Bêtawnî, bêsûçî, rastî û diristî, zelalî.
- Paqijî — Dilpaqijî, li vêre merem jê paqijî ya deronî ye, pak û bijîn, pir pak û paqij.
- Dayikbûn — Dayik, yek ji çavkanîya hebûn, hezkirina jiyanê û avakirinê ye, Kanîya herî zelal û bê dawî ya evînê û dilovanîyê ye. G.P (di jiyanê de bab pişte lê dayî her tişte).
- Nexweşî — Nesaxî, êş, netendirustî, ler û lawazî.
- Baktirya — Giyanewerên (giyanliberên) biçûk in ku bi çav nahêne dîtin, zîndewer, bûnewerên biçûk in bes bi mîkroskopê dihêne dîtin. (candarên gelek hûr in ku mirov bi çava bitenê neşêt bibînît).
- Firk — Dema ji nîşkekê ve cihekê laşê mirovî bê birîn jan diket, N- (firkê havête pişta min), jana bi lez dikefte endamekî laşê mirovî de.
- Hewdan — Kulbûn, kûlbûna birîna, infeksiyon.
- Ta — Derancamê nexweşyên di nav laşê mirovî da, germatîya laşî dihête guhertin, eve jî geleka bêzarker e û ji vê guherîna serma û germa laşî ra dibêjin ta bi Înglîzî (fever).
Nivîskar: Weysî Silêman Elî · Nûkirina dawî: 28ê îlona 2026an




