Gelek cureyên wan ji bu ciwanîyê li baxçeyan dihêne çandin, hin cureyên wan her ji kevin da ji bu diristkirina dermana bi taybetî curê Papaver somniferum (ya ku dibêjinê Opium Poppy) niha jî bi berfirehî li ser astê cîhanê ji bu çêkirina dermana dihête çandin û bikaranîn. Hejî gotinê ye em bêjîn 4500 B.Z Sumeryan ev gul e malîkirîye û wekî derman bikaranîne, ev zanist ji Sumerîya derbasî Yewnan, Misr, Hindistan û gelên dîtir bûye. Di dîrokê da cengên mezin û navdar li ser bazirganîya vî kereseyî (madeyî) hatîne kirin.
Bûkegul

- Zanistî
- Papaver
- Îngilîzî
- Poppy
- Kurmancî
- Bûkegul, Bûkîk, Bîtanok (Duhok)
Dabeşkirin
- Malbat
- Papaveraceae
- Hejmara cureyan
- 70–100
Mezinbûn
- Bilindî
- 30–90 cm
- Demsal
- Bihar
Wargeh
Zincîra çiyayên Zagros, Amrîka bakûr û hin welatên dîtir li Asya.
Zêdetir agahî
en.wikipedia.orgNavê kurdî
Bûkegul, Bûkîk, dema ez zarok bûm li devera Duhokê me ji ya sor ra digot bîtanok.
Navê zanistî
Navê giştî Papaver e, lê her cureyekî navekê xwe yê zanistî yê taybet heye, her hemû navên wan yên zanistî bi Papaver destpêdiken.
Bilindî
Ji sîh heta 90 sentîmetreya bilind dibin, lê hin cureyên wan heta 120 sentîmetreya jî bilind dibin mîna cureyê Papaver orientale.
Ferhengok
- Bîtanok — Xelkê me ji bu her tiştê gelek yê sor ba digotin: wisa ya sor e wekî Bîtanokê ye.
- Ji kevin da — Ji mêjda, ji demên dêrîn û dîrokî da, demên bohrî da.
- Diristkirin — Sazkirin, çêkirin, berhemanîn.
- Li ser astê cîhanê — Li tev bilindahî û panahîya dinyayê, li her dera dinyayê, ser ta serê dinyayê.
- Hejî gotinê ye — Hêjayî gotinê ye, giring e bihête gotin.
- Sumerî — Tê bawerkirin ku Sumerî kurd bûyine ji ber wê hevparîya mezin di navbera şêwazê jiyana wan û kurdên niha da heyî, lêbelê hêşta têsta DNA ev rastîye bi yekcarî ser rast nekirîye (li gorî pêzanînên berdest), belê zanaya gelek tiştên hevbeş tekes kirîne mîna nêzîkîya cuxrafîya, têkhelkêşanên jiyana dîrokî ya gelên li wî demî jiyayin, herweha hemû vekolînên zanistî yên serbixwe tekes kirîye ku ev şaristanîye ne ya gelên SAMÎ ye….hwd, lêkolîn berdewam in li ser vî babetî, roj bu rojê kurdbûna Sumerîya diyartir dibît. Hejîye bêjîn ku Sumerîya 3100 B.Z yekem şaristanîyet di dinyayê da li Mezopotamyayê avakirîye ku bu cara yekem bû nivêsandin, çandinî, zanist, bazirganî, pêşesazî…. hwd, di nav xweda afirandin û gelên dîtir jî hînî şaristanîyetê kirin.
- Cengên mezin — Şerên mezin, pevçûnên mezin, (bu nimune- 1839 û 1849 li Çînê rûdayine ku bi navê cengên opiumê navdar in).
- Afirandin — Bu cara yekem hatîne çêkirin û sazkirin.
- Hevparî — Wek hevûdin e, şêwazê jiyanê wan wekîhev in, hevbeşî.
- Gelên Samî — Gelên erebî, Cûho (Îbranî) ev herduye yên herî diyar in, hin gelên dîtir jî komên biçûk mayine û hin jî her nemayine.
Çavkanî
Weysî Silêman Elî, Kulîlk û Gul bi Kurdî, Flora Kurdica, 2025 — wane 13.
Bûkegul

- Zanistî
- Papaver
- Îngilîzî
- Poppy
- Kurmancî
- Bûkegul, Bûkîk, Bîtanok (Duhok)
Dabeşkirin
- Malbat
- Papaveraceae
- Hejmara cureyan
- 70–100
Mezinbûn
- Bilindî
- 30–90 cm
- Demsal
- Bihar
Wargeh
Zincîra çiyayên Zagros, Amrîka bakûr û hin welatên dîtir li Asya.