Gul

Em çendî li ser vê gulê biaxivîn hêşta her kêm e, ji ber ciwanî, pir cureyî û mifayên wê. Bi sedan sala berî zayinê -BZ (berî ji dayikbûna hezretê Îsa- BZ) ev gulên hanê hatîne çandin li Çînê û berî wî demî jî bi hizaran sala li Rojhelatê Asya her hebûyine û paşî li cîhanê jî belav bûyine. Herweha ew bûyine dahatekê baş ji bu gelek welatan mîna Hollanda û gelekên dîtir, zêdebarî ku gelek mifayên dîtir jê dihêne wergirtin, ji bûyî çêkirina renga û gulava hêşta jî rolekê giring dilîzin.

Gul

Gul
Zanistî
Rosa
Îngilîzî
Rose
Kurmancî
Gul, Gulebax

Dabeşkirin

Malbat
Rosaceae
Hejmara cureyan
150

Mezinbûn

Bilindî
1–3 m
Demsal
Bihar

Wargeh

Tê bawerkirin ku wargehê wê Çîn e.

Zêdetir agahî

en.wikipedia.org

Hejmara cureyan

150 cureyên gulên çolê û 30 000 cureyên çandiniyê hene.

Wargeh

Tê bawerkirin ku wargehê wê Çîn e, li salên (551–479 BZ) hatîne çandin li baxçeyên Împratorî da, berî pênc hizar sala jî li Asya nîşaneyên hebûna wan hatîne dîtin.

Ferhengok

  • Cure — Tuxim, cins, cîn.
  • Çol — Aqar, beyar, erdê xweristî ku hêşta kar têda nehatîye kirin.
  • Çandinî — Ew cureyên bi dest dihêne afrinadin û çandin.
  • Împrator — Qeyser, padîşah, qiral, mezinê welatî.
  • Asya — Parzemîn e. Cîhan ji heft parzemîna pêkdihêt.
  • Paşî — Piştî wî demî, dûvda, li peyî… hwd.
  • Dahat — Pareyê ji bazirganîyê bidest dikevît (pareyê dihête di malda), dahat û derçû du peyv in rojan e di aborîyê da bikardihên.
  • Hollanda — Welatek e li Rojavayê Ewropa bi welatê gula navdar e.
  • Rol — Bandor, (dewir), hebûna wî/wê pêwîste, hebûna wî/wê giring e.
  • Dilîzin — Rolekê giring dibînin, leystik, lîstok, leyistin, dilîzin, rolekê giring digêrin, rolekê giring dilîzin, ji bu yarîkirinê jî bikar dihêt.

Çavkanî

Weysî Silêman Elî, Kulîlk û Gul bi Kurdî, Flora Kurdica, 2025 — wane 4.