Li ser bextê şarezayên gula bît, ku dibêjin ev gulên hanê, hêmayê ciwanî, bêhnferehî û evînê ne, li gelek bûneyên civakî mîna vekirina projeyên nû û ahenga ji ber ciwanî û balkêşîya wan dihêne danan, zêdebarî bikaranîna wan di çêkirina gelek dermanên giyayî da …hwd, li piranîya baxçeya mirov rastî van gula dihêt.
Wargeh
Tagetes ji Amrîka tê, ji Dewletên Yekbûyî heta Arjentînê. Paşî mirovan ew birin Asya û Afrîqa.
Ferhengok
- Li ser bextê wan — Li gorî gotina wan, her weko ewan gotî.
- Hêma — Sembol, nîşan, diruşim, logo.
- Ciwan — Spehî- rind, qeşeng, xweşik, delal, nazik.
- Bêhnferehî — Raheta can, aramîya dil, hedara giyanî, aramîya hişê mirovî.
- Evîn — Peywendîya hezikirinê ye di navebera mirovî û layê baranber da, cureyên EVÎNÊ hemû layên jiyanê vedigrin mîna, evîna mirovî ji bu welatî, evîna dayik û baba, evîna xwîşk û bira, evîna dost û yara û evîna herî baş evîna zanînê ye…. hwd, hevdijê kerb û kînê ye di jiyanê da.
- Proje — Kar û xebatên ji bu xizmetkirina welatîyan û welatî ne.
- Aheng — Şahî, Dîlan û guvend û sema, derbirîna hest û xweşîya ne.
- Kêşwer — Navekê dîtir e ye parzemînê ye.
- Dermanên giyayî — Ew derman in yên ku ji gilûgiya, gul, kulîlkên xûristî çêdiken (bi Înglîzî Herbal jêra dibêjin).
Nivîskar: Weysî Silêman Elî · Nûkirina dawî: 18ê cotmeha 2026an




