Rengên xwe yên bedew dayine cîhanê heta bûye bazirganîyeka mezin, herweha ji bu çêkirina gelek dermanên giring bi taybetî yên çava mifayî yî jê werdigirin. Ji ber qeşengîya wan bûyine baştirîn diyarî ji bu hemû bûneyan wekî seredana, pêşwazîkirina, pîrozkirina…hwd, serbarê tev mifayên wê gelek a giring e bibêjîn ku ew bûye gula evînê jî, li gorî efsaneya Şirîn û Ferhad, dibêjin dema xeberê mirina Şirînê gehiştîye Ferhadî ewî ji xema biryarda xwe bi hesp ve di çiyayîda bavêjte xwarê. Efsane dibêjît li her cihekê dilopeka xwîna Ferhadî lê rijyayî guleka Lale li wê derê şînbû û bi vê yekê bûye hêmayê evînê ji ber wefadarîya Ferhadî ji bu Şirînê.
Lale

- Zanistî
- Tulipa
- Îngilîzî
- Tulip
- Kurmancî
- Lale, Gul-lale
Dabeşkirin
- Malbat
- Liliaceae
- Hejmara cureyan
- 3000
Mezinbûn
- Bilindî
- 10–70 cm
- Demsal
- Bihar
Wargeh
Zincîra çiyayên Zagros.
Zêdetir agahî
en.wikipedia.orgWargeh
Zincîra çiyayên Zagros e. Dîroka hatina van gula bu Ewropa li salên 1550an da ji Impratorîya Osmanî bûye, bi rîya diplomatkar Ogier Ghiselin de Busbecq ve gehiştîye Hollanda.
Demsal
Biharî ye, li payîza pîvazokên wan diçînin li bihara gulên wan vedibin.
Navê Tulipa
Di bêjin navê Tulip ji Tulbent a tirkî koka xwe girtîye, lê tirka jî ji navê dolbnend a gelên Îranî wergirtîye, bi bawerî ve berî gehiştina tirka bu çiyayên Zagros ev gule li cihê xwe bû û bi navê xwe bûye, ereba jî çîrokeka cudatir heye dibêjin ev gule hema hema ya me ye û ji welatê me belavbûye, ji bûyî zanîna navê xwecihî yê dirist gerek lêkolîneka zanistî ya serbixwe were kirin.
Ferhengok
- Payîz — Demsalek e, her sê heyvên payîzê (Îlon, Çirîya pêşîn, Çirya paşîn).
- Pîvazok — Pîvazên biçûk, kixs.
- Bazirganî — Kirîn û firotin (business).
- Herweha — Herwisa, bi vî awayî, bi vî şêweyî.
- Bûneya — Helkefta, (minasbeta).
- Efsane — Çîrokên xeyal û rastîyan ku bi hevre yekdigirin ji bûyî fêmkirina kultur û dîrokê ye.
- Rijya — Xwîn rijya, av rijya, ji rijandinê hatîye.
- Hêma — Sembol, nîşan, dirûşme.
- Dilopek — Çipkek, çipkeka xwînê, dilopeka avê.
- Wefadarî — Pêvegirêdan, hezkirina mirovî ya pakij ji bu kesekî yan tiştekî dîtir.
Çavkanî
Weysî Silêman Elî, Kulîlk û Gul bi Kurdî, Flora Kurdica, 2025 — wane 3.
Lale

- Zanistî
- Tulipa
- Îngilîzî
- Tulip
- Kurmancî
- Lale, Gul-lale
Dabeşkirin
- Malbat
- Liliaceae
- Hejmara cureyan
- 3000
Mezinbûn
- Bilindî
- 10–70 cm
- Demsal
- Bihar
Wargeh
Zincîra çiyayên Zagros.