Ji ber pir rengî û bêhnxweşîya wan cihê xwe li her derê kirîye. Bu demên dirêj ji bûyî çêkirina dermana hatîye bikaranîn. Gelek ya mifadar e di jiyana hemû mileta da, ji bûyî çêkirina gulava mifayî ji bêhnxweşîya wan dihête wergirtin. Gulava Rihayê ya bi nav û deng bû di Rojhelata Navîn da. Baxçeyên malan li tevahîya cîhanê dixemlîne. Ji kevinda cihê xwe girtîye di nav mûzîk û stiranên kurdî da, herweha navekê berbelav yê kiçan e.
Navê zanistî
Iris – vî navî koka xwe ji peyva kesk û sora Yewnanî wergirtîye.
Ferhengok
- Kesk û sor — Ew kivana rengîn e ewa piştî barîna baranê li asmanî çêdibît û dihête dîtin, di zarokatêyê da, me digotê kesk û sor, digotine me: her kesê xwe di sera bavêjît, mêr bît dê bîte jin û berûvajî jî!!
- Cure — Tuxim, cins.
- Cihan — Dinya, gerdon.
- Mifa — Qazanc, sûd.
- Mînak — Nimune.
- Gulav — Ava gula, qulonya.
- Riha — Bajêrekê dêrîne li bakûrê Kurdistanê, Urfa.
- Rojhelata Navîn — 18 dewleta bixwe ve digrît piranîya Tirkî, 13 dewletên Erebî û Îran hin welatên cîranên wan.
- Mûzîk — Ji peyva Yewnanî (MOUSIKE) li dinyayê belav bûye, lê di van demên dawîyê da eşkera bûye ku koka wê ji peyveka Sumerî- kurdî hatîye, ku ji du beşa pêkdihêt (mû û sîk) bi wateya dengê mûyî ev rastîye li ser tabloyên Sumerî hatîye dîtin.
- Herweha — Herwisa, her bi vî awayî.
Nivîskar: Weysî Silêman Elî · Nûkirina dawî: 28ê îlona 2026an




