Gulberoj

Kêm kes hene ku navê vê gulê nebihîstibît, ev e jî nîşaneya giringîya wê ye, serbarê hemû mifayên wê yên tendirustî û aborî, li cîhanê yek ji giringtirîn çavkanîyên rûnên xwarinê dihête hejmartin.

Gulberoj

Gulberoj
Zanistî
Helianthus annuus
Îngilîzî
Sunflower
Kurmancî
Gulberoj, Gula berbiroj

Dabeşkirin

Malbat
Asteraceae
Hejmara cureyan
70

Mezinbûn

Bilindî
150–300 cm
Demsal
Havîn

Wargeh

Amrîka naverast û ya bakûr, û Amrîka başûr; ji wir li Ewropa û cîhanê belav bûye.

Zêdetir agahî

en.wikipedia.org

Navê zanistî

Helianthus annuus koka xwe ji zimanê Yewnanî wergirtîye, ku wateya Helianthus Roj e û annuus jî bi wateya gul dihêt.

Wargeh

Amrîka naverast û ya bakûr wargehê 67 cureya ne, bi tenê sê cureyên wan ji Amrîka başûr in, ji van welata li Ewropa û cîhanê belav bûyine.

Demsal

Havînîye ku piştî çandinê bi 90 roja dihête çinîn.

Ferhengok

  • Nebihîstibît — Wî nebihîstbît, wî guh lê nebûbît, bihîstin anko guhlêbûn.
  • Nîşan e — Nîşander, sembol, hêma, girov e, belge.
  • Giringî — Pir bihayî, pir mifayî, bi xêr û bêr.
  • Serbar — Zêdebar, ji bilî yên heyin eve jî di ser ra.
  • Tendirustî — Saxlemî, bê êş û nexweşî.
  • Aborî — Ekonomî.
  • Çavkanî — Jêder, cihê jê peydabûnê ye, ji wê derê bi dest dikevît.
  • Rûnên xwarinê — Ew rûn in yên ku mirov ji bu xwarina xwe çêdiket û bi kar dihînît.

Çavkanî

Weysî Silêman Elî, Kulîlk û Gul bi Kurdî, Flora Kurdica, 2025 — wane 12.